Li paytext Kîevê dîsa bombe teqiyane

.

Ji ber êrîşên ku hêzên Rûsyayê di saetên sibehê de birine ser paytexta Ûkraynayê, Kîevê, li bajêr bi kêmanî du teqîn pêk hatine.

Rûsyayê îro di saetên sibehê de careke din êrîş biriye ser paytexta Ûkraynayê, Kîevê.

Rûsyayê di 24ê Sibatê de Ûkrayna dagir kiribû.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Anadolûyê ragihandiye, di saetên sibehê de, ji ber êrîşên li ser Kîevê, bi kêmanî du teqîn pêk hatine.

Şaredarê Kîevê Vitaly Kliçkoyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandiye ku li herêma Şevçenskî ya paytextê, du teqînên cuda pêk hatine. Şaredarî bang li welatiyan kiriye ku di stargehan de bimînin.

Serokê Rêveberiya Leşkerî yê Herêma Kîevê, Oleksiy Kulebayî jî ji niştecihên Kîevê re gotiye ku bila haya wan ji alarmên asmanî hebin.

Nûçegîhana rojnameya The Guardinê ya ingilîzî, Charlotte Higginsê ragihandiye ku li bajêr vê sibê bi kêmanî dengê sê teqînan hatiye wê.

Piştî Higginsê, sernûçegîhanên The Guardianê Daniel Boffeyî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, nivîsandiye ku li dijî bajêr îro heşt êrîş pêk hatine. Boffeyî paşê jî nivîsandiye û gotiye ku êrîşa bi balafirên bêmirov a nehan jî pêk hat.

Hîna nehatiye aşkerekirin ku bê ka êrîş bi çi pêk hatine û di encamê de mirî û birîndar hene yan na. Şaredarê Kîevê Kliçkoyî li ser hesabê xwe yê Twitterê fotografek weşandiye û gotiye: "Enqaza balafira bêmirov a kamîkaze ya vê sibê li Kievê daye."

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan