Li Parlamentoya Tirkiyê strana Dar Hêjîrokê

.

Parlamentera CHPê ya Bursayê Nurhayat Altaca Kayışoglu, li Parlamentoya Tirkiyê bi strana Dar Hêjîrokê ya hunermenda Kurd Aynur Dogan qedexekirina konsera wê protesto kir.

Şaredariya Navçeya Derinceyê ya AK Partiyê, roja 15ê Gulana 2022 bi daxuyaniyekê konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan a 20ê Gulanê bi hinceta “ne guncaw e” hilweşand.

Biryara Şaredariya Derinceyê rastî gelek nerazîbûnan hat. Parlamentera CHPê ya Bursayê Nurhayat Altaca Kayışoglu, ku bi eslê xwe ji Dêrsîma Bakurê Kurdistanê ye mijar li Parlamentoya Tirkiyê anî rojevê.

Kayışoglu nerazîbûn li dijî qedexekirina konserê nîşan da û pêştir strana îngilîzî ya bi navê “Every Way That I Can”, ku hunermenda Tirk Sertap Erener di pêşbaziya Eurovisonê de gotibû û bûbû yekem xwend û got: “Hûn li vî welatî dikarin bibêjin”, piştre strana “Dar Hêjîrokê” got û ragihand; “Hûn nikarin bibêjin.”

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP), Kemal Kiliçdaroglu jî li dijî biryara hilweşandina konsera Aynur Dogan derketibû û li ser hesabê xwe yê Twitterê wek piştgirî strana “Dar Hêjîrokê” ya Aynur Dogan parve kiribû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle