Li Parlamentoya Kurdistanê amedekariya nivîsandina destûrê tê kirin

.

 Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê diyar kir; hemû fraksiyon ligel wê yekê ne ku Herêma Kurdistanê di vê xula Parlamentoyê de bibe xwediyê destûra xwe û hat pêşniyarkirin ku rapirsiya li ser destûrê bixin dema hilbijartinên bê yên Parlamentoyê.

Yek ji mijarên civîna Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonan, pêngavên nivîsandina destûrê bû. Mebesta Serokatiya Parlamentoyê ew e ku pêngav werin bilezkirin û li ser pêkanîna lijneya nivîsandina destûrê xebat were kirin û karên nivîsandina destûrê werin bilezkirin, ji bo vê yekê jî biryar hat dayîn ku di nava 10 rojan de nêrînên fraksiyonan ji bo Serokatiya Parlamentoyê werin şandin, hemû fraksiyon ligel wê yekê ne ku di vê xula Parlamentoyê de destûr were nivîsandin.

Sekretera Palamentoya Kurdistanê Muna Qehwecî, li ser vê mijarê daye zanîn; li ser nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê, raman û nêrînên ku hatine Parlamentoyê, weke projeyeke niştimanî amade dikin, pişt re li ber çavan derbas dikin û lijneyek ji bo danîna mekanîzmayekê diyar dikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle