Li Parlamena Ewropa lêpirsîna bertîlê: Cîgira Serok hat binçavkirin

.

Hat ragihandin ku li Parlamentoya Ewropayê lêpirsîna bertîlstandinê hatiye destpêkirin û Cîgira Seroka Parlamentoya Ewropayê Eva Kylie hatiye binçavkirin.

Berdevkê Hikûmeta Federal a Belçîkayê ragihandiye ku lêkolîner guman dikin Eva Kylie ji dewleteke Kendava Erebî bertîl standiye û ji ber wê jî hat binçavkirin.

Hat diyarkirin ku vê yekê bandor li biryarên aborî û siyasî yên ku ji hêla Palamentoya Ewropayê ve hatine pejirandin kiriye.

Herwiha endamtiya Eva Kylie ya Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê hat betalkirin û ji Partiya Tevgera Sosyalîst a Çep a Yunanîstanê jî hat derxistin.

Li gorî medyaya Belçîkayê, welatê ku di dayîna bertîlê de navê wê derbas dibe Qeter e ku ji çavkaniyên pêbawer ew zanyarî hatine bidestxistin.

Lê belê Berdevkê Hikûmeta Qeterê ew îdia red kir û got: “Her îdiayên ku dibêjin, dewleta Qeterê karekî deryasayî kiriye, dûrî rastiyê ne.”

Berdevkê Parlamentoya Ewropayê jî li ser mijarê daye xuyakirin: “Parlamento derbarê lêkolînên heyî de ti daxuyaniyê nade, lê heger jê were xwestin dê bi rayedarên herêmî re hevkariyê bike.”

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?