Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan

.

Îro, saet 4ê piştî nîvro, li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, vekirina pêşangeya wêneyan a Elî Osman Yanak pêk hat. Di vekirina pêşangeya bi navê Qalik de, li gel hunermed, Serekê Enstîtuyê, Kendal Nezan, Berpirsa çalakiyên hûnerî, Melîs Kaya, gelek kesayetiyên naskirî û komeke kurdên Parîsê û fransizên dostên kurdan amade bûn.
Piştî danasîneke kurt a hunermendî ji aliyê Melîs Kaya ve, hûnermend axavtineke kurt kir û tê de bahsa xebata xwe ya hûnerî kir. Elî Osman Yanak got ku, wî navê Qalik yan jî Kiras, ji ber ku di jiyanê de her tiştê jîndar, çi mirov, çi ajal, gul û gîha yan darûber be her ku mezin dibe qalik ango kirasê xwe diguhere hilbijartiye. Kurdistan jî ber bi azadiyê ve kirasê xwe diguhere, dûr an nêzîk em ê azadiya welatê xwe bibînin.
Enstîtuyê ji bo vekirina pêşangeyê kokteylek da û amadebûyan li gel Hunermend sohbeta xwe heta derengê êvarê domandin. Hunermend Elî Osman tembûra xwe jî bi xwe re anîbû û çend deqan li tembûrê xist û çend sitran jî gotin.
Pêşange ji 7 ta 18yê nîsanê, ji duşem ta înê saet ji 13 ta 18ê ji bîneran re vekiriyê.
05.04.2025

Azad Şatehî - Rûpela nû Parîs

Kurdîstan Haberleri

PWK : Hişmendîya hevpar ya darbeya 12ê îlona 1980yî û sîyaseta ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’; ‘’Bila kurd dîya xwe nebîn
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran