Li Pakistanê lehî rabû û erd heziya: 24 kesan canê xwe ji dest dan

Li welatê Pakistanê ji ber barana zêde û lehiyê 24 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor medya wî welatî, li bajarê Karaçî yê paytexta eyaleta Sindh, şeva borî piştî baraneke zêde ya bêyî navber bo 16 demjimêran, lehî rabûye û erd heziyaye.


 

Li gor heman çavkaniyan jibilî lehî û heziyana erdê, stûnên xetên elektîrîkê qulipîne û herwiha xetên telefonê jî qut bûne.


 

Hatiye ragihand ku ji ber wergeriyane stûnên xetên elektîrîkê, 12 kes bi ber herîkana elektîrîkê ketine û canê xwe ji dest dane.


 

Li wê deverê xelkê ku di malên xwe de asê mabûn jî bi helîkopter û vîncan hatine rizgarkirin.


 

Herwiha hatiye gotin li eyaleta Pahtunhvayê jî, ji ber barana zêde lehî rabûye û ax heziyaye. Hatiye aşkerekirin ku li vê herêmê jî 12 kesan canê xwe ji dest dane û 22 kes jî birîndar bûne.

 

Siyaset Haberleri

Îraqê li ser sînorê Sûriyeyê dîwarekî betonî yê 400 kîlometreyî lê kir
Zanîngeha Artukluyê arşîva Kurdî ya Aleksandre Jaba wekî 15 cildan çap kir
Fraksiyona PDKê li ser daxwaza Elî Zeydî vedigere Bexdayê
Li Îranê krîza aborî gihîşt lûtkeyê
PDKÎ: Îranê bi 2 dronan êrişî Kampa Girdeçalê kir