Li Pakistanê di nav mizgeftekê de teqîn: Herîm kêm 17 kuştî û 90 birîndar hene

.

Li Pakistanê xwekujekî xwe di nava mizgeftekê de teqand û li gor zanyariyên destpêkê, herî kêm 17 kesan canên xwe ji dest dane û zêdeyî 90 kesan jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan, teqîn li Taxa Polis Line a bajarê Pêşawerê (Peshawar) navenda herêma Xêyber Paxtunxwa di dema nimêja nîvro de çê bûye.

Dîmenên ku piştî teqînê li ser medyayên civakî hatine belavkirin, wê yekê nîşan didin ku beşek ji mizgeftê hilweşiyaye û gelek kes li nav mizgeftê ketine û xwîn û parçeyên cilûbergên welatiyan li her derî xuya ne.

Hêzên polîs derdora mizgeftê û cihê teqînê dorpêç kirine û tedbîrên ewlehiyê tund kirine, herwiha tîmên hewarçûnê bi alîkariya xelkê û hêzên ewlehiyê birîndarên teqînê bo nexweşxaneyan vediguhêzin.  

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama wê teqîna xwekujî de herî kêm 17 kesan canên xwe ji dest dane û zêdeyî 90 kesan jî birîndar bûne.

Ji ber hêza teqînê, zirareme mezin gihîştiye mizgeftê, avahî û otomobîlên derdorê.

Hêj ti aliyekî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.

Asya Haberleri

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan
UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn
Li Koreya Başûr îzdîhan: Herî kêm 146 mirî