Li Pakistanê di êrîşeke çekdarî de 7 mamostayên dibistanê hatin kuştin

.

 Li bajarê Paraçinar a ser bi eyaleta Hayber Pahtunhva ya li bakurê rojavayê Pakistanê li hember dibistanekî êrîşeke çekdarî pêkhat û li gor agahiyên destpêkê herî kêm 7 mamostayên dibistanê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya Dunya News a herêmî, li bajarê Paraçinar a nêzîkî sînorê Afganîstanê di dibistaneke amadeyî de dema ezmûnan de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşekî çekdarî pêkhatiye û di êrîşê de 7 mamosta hatine kuştin.

Rayedarên ewlehiyê ragehandin, derbarê sedemên êrîşê de lêkolîn dane destpê kirin û dibe ku bûyer bûyerekî terorî be.

Bajarê Paraçinar zêdetir niştecîhên wê şîe ne û pir zêde jî bûyerên terorî li wî bajarî pêknayên.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’