Li PAK Stenbolê Panela "Rojeva Kurdistanê" Hate Lidarxistin

.

Li Nûneratîya Stenbolê ya PAKê , roja şemîyê, 03.12.2022yê, bi navê "Rojeva Kurdistanê" panelek hate li dar xistin.

Salih Welîzade (Ji Rojhilatê Kurdistanê Çalakvanê Sîyasî), Abdûlah Gedo (Nûnerê ENKSyê), rewşenbîr û sîyasetmedarê Kurd Serbest Ferhan Sindî û Kasim Ergun(Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê) di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê da bir û rayên xwe anîn zimên.

Beşdarên panêlê jî pirsên xwe kirin, bîr û rayên xwe anîn zimên.

Endamên PAKê û gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd beşdarî panêlê bûn.

Panel bi awayekî berhemdar bidawî hat.

Kurdistan TV û K24 TVyê panel şopandin.

03.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye