Li Orşelîmê teqîn: Gelek birîndar hene

.

Li bajarê Orşelîm-Qudsê du teqîn çêbûn û li gor zanyariyên destpêkê di teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.

Ajansa AFP ya Fransî ragihandiye, rayedarên ewlekariyê yên Îsraîlê dibêjin îro 23ê Mijdara 2022 du teqînên cuda li du wêstgehên otubusan li navenda bajarê Orşelîmê çêbûne.

Teqîna yekem demjimêr 07:00 bi dema Orşelîmê (demjimêr 08:00 bi dema Hewlêrê) çêbûye, û teqîna duyem jî nîv saet paşê çê bûye.

Rayedarên pizîşkî û ewlekariyê yên Îsraîlê dane xuyakirin ku kesekî canî xwe ji dest daye û herî kêm 15 birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Li gor agahiyan, rewşa tendirustiya 4 ji birîndarên teqînên îro baş nîne.

Wezîrê Ewlehiya Giştî ya Îsraîlê di daxuyaniyekê de bûyer weke "êrîş" bi nav kiriye.

Li gor medyayên Îsraîlê, teqîn bi rêya bombeyan bûne ku di nava çante de li wêstgehan hatibûne danîn. Lê belê hêj Polîsê Îsraîlê ew raport piştrast nekirine.

Polîsê Îsraîlê dibêje, lêkolîn derbarê teqînan de dest pê kiriye û tîmên wan hêj mijûlî lêkolînê ne.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e