Li nêzîkî giraveke Yûnanîstanê 13 koçber xeniqîn

.

Li gorî medyaya Yûnanîstanê, tê texmînkirin ev qezaya sêyem a binavbûna keştiyên koçberan e di vê hefteyê de.

Li nêzîkî girava Paros a Yûnanîstanê keştiya koçberan di nava deryaya Egeyê de bin av bû, herî kêm 13 kes xeniqîn û 63 kesên jî hatin rizgarkirin.

Rojnameya “Proto Tema” a Yûnanî ragihand, keştiya koçberan li nêzîkî girava Paros wergeriya û kete bin avê, tîmên hawarhatinê jî karîn 13 koçberên xeniqî derxînin û 63 kesên din jî rizgar bikin.

Ajansa Nûçeyan a Atînayê diyar kir, tê texmînkirin 8 koçber di keştiyê de bûn û heta niha binabûna binavbûna keştiyê nayê zanîn.

Li gorî medyaya Yûnanîstanê, tê texmînkirin ev qezaya sêyem a binavbûna keştiyên koçberan e di vê hefteyê de. Desthilatên Yûnanî jî lez dane xebatên lêgerîn û rizgarkirinê koçberan.

Desthilatdarên Yûnanîstanê duhî danê sibê jî 90 koçberên neyasayî rizgar kirin, piştî ku roja Pêncşemê keştiya wan binav bûbû.

Desthilatdarên Yûnanîstanê piştî xebatên lêgerînê yên dirêj jî, termê 11 kesan li wî cihî dîtin.

Keştiyek din a koçberan berî sê rojan li nêzîkî girava Folegandros binav bûbû, tê texmînkirin ku 50 koçber tê de bûn, û tê pêşbînîkirin ku bi dehan kes canê xwe ji dest dabin.

Yûnanîstan ji bo koçberên ku dixwazin ji şer û zehmetiyan li Rojhilata Navîn, Afrîka û Asyayê birevin, yek ji rêyên sereke ye ji bo gihîştina welatên Yekîtiya Ewropayê. Piraniya koçberan jî bi keştî û belemeyan ji beravên Tirkiyê ber bi giravên Yûnanistanê diçin.

Asya Haberleri

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan
UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn
Li Pakistanê di nav mizgeftekê de teqîn: Herîm kêm 17 kuştî û 90 birîndar hene