Li Nexedeyê agir bi bazarê ket: Dukan bi temamî şewitîn, gelek birîndar hene

.

Li bajarê Nexedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê, agir bi Bazara Emînî ket û di encamê de 110 dukan bi temamî şewitîn û 35 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, şeva Yekşemê agir bi Bazara Emînî ya bajarê Nexedeyê ket û bazar bi temamî şewitî.

Bazara Emînî ji 110 dikanan pêk dihat, Qaymeqamê Nexedeyê Mihemed Newbext ragihand, ji ber şewatê 35 kes tengenefes bûn ku piraniya wan xwediyê dukanan bûne û ji bo rizgarkirina kelûpelên xwe çûne nav bazarê.

Qaymeqamê Nexedeyê Mihemed Newbext diyar kir ku vemirandina agir di şiyanên tîmên agirvemirandina Nexedeyê de nebûye û lewma tîmên agirvemrandinê ji Mihabad û Pîranşarê hatine alîkariya tîmên wan lê heta ku agir kontrol kirine tevahiya bazar ku 110 dukan bûne şewitiye.

Li gorî vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, bazar ji bo cil û berg û kelûpelên malê bûye, di encama şewatê de hemû dukan şewitîne.

Sala 2015 Bazara Emînî li navenda bajarê Nexedeyê ji aliyê 2 bazirganên Kurd ên bi navên Hisên Mewlûdî û Hesen Behramî hatibû avakirin û xwediyên dukanan hemû Kurd in.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin