Li navenda Qamişloyê teqînek çêbû

.

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî Nexweşxaneya Dil û Çavan teqînek çêbû û li gorî agehiyên destpêkê qurbanî hene.

Di navbera Nexweşxaneya Dil û Çavan û postexaneyê ya bajarê Qamişloyê de êrişek pêk hat.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku êriş ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Herwiha SOHRê da zanîn ku di encama êrişê da kesekî canî xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle