Li navenda Efrînê êrîşa moşekî: Kuştî û birîndar hene

.

Îro 19ê Mijdarê danê êvarê, navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Tirkiyê de ye, rastî êrîşeke moşekî hatiye.

Li gorî zanyariyan hejmarek moşek li nava bajarê Efrînê ketin û di encamê de kuştî û birîndar hene. Hîn nehatiye piştrastkirin bê êrîş ji aliyê hêzên Sûriyê ve yan jî yên Kurd ve hatiye encamdan.

Jêderên ji nava Efrînê dane xuyakirin ku êrîşa moşekî li demjimêr 18:00 pêk hatiye û hejmarek moşek li nava bajarê Efrînê li malên sivlîan ketine.

Li gor zanyariyên destpêkê, heta niha 3 kes hatine kuştin û zê12 kes jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle