Li Mizgefta Mezin a Amedê tabelayên Kurdî hatin danîn

.

Piştî mehekê ku li ber deriyê Mizgefta Mezin a Amedê bi 4 zimanan tabloyên rênimayiyê hatibûn danîn û cih nedabûn zimanê Kurdî, Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyê guhertin di tabloyan de kir û vê carê tablo bi du zaravên Kurmancî û Zazakî yên zimanê Kurdî hatin danîn.

Serokatiya Karûbarên Diyaneta Tirkiyeyê beriya mehekê li Mizgefta Mezin a Amedê panoyên agahdarkirin û pêzanîanan a derbarê mizgeftê de danîbû.

Di panoyan de derbarê mizgefta dîrokî de bi 4 zimanên Îngilîzî, Tirkî, Erebî û Rûsî agahî hebûn, lê cih nedabûn zimanê Kurdî.

Ev yek rastî nerazîbûna xelkê hatibû. Bi taybet li ser medyaya civakî Serokatiya Diyaneta Tirkiyeyê hatibû rexnekirin.

Li ser van nerazîbûnan, Setokatiya Diyaneta Tirkiyê pano guhertin û vê carê cih dan du zaravayên sereke yên zimanê Kurdî; Kurmancî û Zazakî.

Amed wek bajarê ku li Bakurê Kurdistanê herî zêde Kurd lê dijîn tê naskirin, lê li vî bajarî ne tenê di saziyên hikûmetê de lê belê di saziyên giştî û şûnwarên dîrokî de jî zimanê Kurdî tê paşguhkirin.

Beriya mehekê ku tablo bi zimanên biyanî hatibûn danîn û cih nedabûn Kurdî, rojnamevanê Kurd ê xelkê Amedê, Mahmut Bozarslan li ser twîterê rexne li nebûna zimanê Kurdî di tabloyê de girtibû û gotibû, “Salê çend turîstên Rûs tên Amedê nizanim û heta îro nayê bîra min. Lê her sal bi deh hezaran turîst ji Kurdistana Iraqê tên. Tabloya hişyariyê ya li ber deriyê Mizgefta Uluyê bi Rûsî heye, lê bi Kurdî nîne.”

Endamê Komîteya Rêveber a Navendî ya AK Partiyê û parlementerê berê yê wê partiyê Abdurrahman Kurt jî di bersiva rexneyan de diyar kiribû ku rexne di cih de ne û ew dê bi Serokê Karûbarên Olî re biaxive û çareseriyekê bibîne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê