Li Minbicê teqîn: Di teqînê de 3 endamên HSDê canê xwe ji dest dan

.

Li bajarê Minbicê yê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, îro 9ê Tîrmehê teqînek çêbû û di encamê de serkirdeyek û 2 endamên Encûmena Leşkerî ya Minbicê canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, teqîn li ser riya Helebê û li rojavayê bajarê Minbicê çêbûye û otomobîlek teqiyaye

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dibêje, çek û teqemenî di otombêlê de hebûne û ew çek di otomobîlê de teqiyane.

Asayişa Minbicê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve têkildarî bûyera teqînê dest bi lêkolînê kiriye, lê hîn ti daxuyanî li ser wê teqînê û 3 kesên ku têde canê xwe ji dest dane, nedaye.

Derbarê teqînê de hêj ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê HSDê ve nehatiye dan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew 3 kes ser bi Encûmena Leşkerî ya Minbicê ve ne, ku yek ji wan ê bi navê Heysem bavê Hatim serkirdeyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê û herdu kesên din jî endamên wê encûmena leşkerî ne û navêyekî Salih û yê din jî Zolfan e.  

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle