Li Minbicê şer û pevçûnên giran: 72 çekdar hatin kuştin

.

 Li derdora Bendava Tişrînê di şerê navbera şervanên HSDyê û komên çekdar ên nêzî Tirkiyeyê de 72 çekdar hatin Kuştin û bi dehan çekdar jî birîndar bûn.

Her wiha 11 şervanên HSDyê jî di wan şer û pevçûnan de birîndar bûne.

Li derdora Bendava Tişrînê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê de şer û pevçûnên giran derdikevin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya HSDyê li ser şer û pevçûnên dawî daxuyaniyek belav kir.

72 çekdar hatin kuştin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin di êrişên li Minbic û derdora Bendava Tişrînê 72 çekdar hatine kuştin û bi dehan çekdar jî birîndar bûne.

Her wiha Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku termên 16 çekdaran ketine destê wan û otomobîlek jî hat îmhakirin û gelek çek û cebilxane jî bi dest xistine.

Li gorî daxuyaniyê, hejmara wesayîtên leşkerî yên zirxî ku ji aliyê hêzên wan ve hatine îmhakirin gihîştiye 7 wesayîtan ku di nav de tank û 2 wesayîtên ku doçka li ser wan hatine danîn jî hene.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin, komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê bi beşdariya endamên koma "Hurras el-Din" ên ji Ozbekistan, Turkistan û Çeçenistanê û piştgiriya 5 dronên Tirkiyeyê êrişeke tund biriye ser gundên Etşane, Seidîn, Xirbet Tuwenî, Mehşiye Şêx Ubeyd El-Mistefa, Xirbet Zimale, Mistaha, Tila Sîrîtel û gundê Eluş başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û derdora Bendava Tişrînê.

Li gorî daxuyaniyê di encama berxwedana şervanên wan de êriş hatine têkbirin û bi dehan çekdar hatine kuştin.

11 şervanan cane xwe ji dest da

Li aliyê din, Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku di êriş, şer û pevçûnan de 11 şervanên wan cane xwe ji dest daye.

Daxuyaniya Tirkiyeyê

Her wiha Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li Minbicê 5 endamêm YPGyê canê xwe ji dest daye.

Piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 25ê Çiriya Paşîn a 2024an dest bi operasyona li dijî artêşa Sûriyeyê kir, çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê operasyonek bi navê “Fecrul Huriye” ragihand û êrişên xwe yên li ser HSDyê zêde kirin.

Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya nêzîkî Tirkiyeyê Şehba û Minbic kontrol kirin û niha dixwazin Bendava Tişrînê jî kontrol bikin lê şervanên HSDyê nahêlin.

Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Bendava Tişrînê elektrîka Kobanî, Minbic û gundên derdorê dabîn dike û 100 megawat elektrîk berhem tîne lê berê kapasîteya wê ya giştî 600 megawat e.

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e