Li Mihabadê xwepêşanderan hejmarek saziyên hikûmetê şewitandin

.

Xwepêşandanên ku li ser kuştina keça Kurd a Rojhilatî li bajarên Îran û Kurdistanê mehek in dewam dikin, bi raperînê hat encamdan. Hat ragihandin ku xelk li Mehabadê rabûye ser piyan û banqe û avahiya parêzgariyê hatiye şewitandin.

Li ser kuştina Jîna Emînî ya 22 salî ku di 13ê Îlonê de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hat kuştin, li hember astengiyên hêzên Îranê xwepêşandan bê navber dewam dikin. Li gorî nûçeyên hatin belavkirin, duh li bajarê Seqizê dema li ser gora Emînî hat xwestin merasîma bibîranînê bê lidarxistin, êrîş li xelkê hatibû kirin.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, xelkê Mehabadê rabûye ser piyan û beşa fînansê, komîteya Emdadê û hin saziyên din ên dewletê kirine bin kontrola xwe. Ji aliyê Hengawê ve hat ragihandin ku xelkê avahiya parêzgriyê dorpêç kiriye û hatiye diyarkirin ku girseya raperînê her ku diçe zêde dibe.

Di agahiyên ku ji aliyê İranworkersê ve hatin parvekirin de jî hat diyarkirin ku avahiya parêzgariyê, ji aliyê xelkê ve hatiye şewitandin û ciwanan qereqola polîsan jî kiriye bin kontrola xwe. Her wiha di dîmenên ku hatin belavkirin de jî tê dîtin ku banqe jî hatine şewitandin.

Li gorî agahiya ku Hengawê parve kir, di çalakiyan de ciwanekî Kurd jî ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye hedefgirtin û bi guleya ku li serî xistine, hatiye qetilkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle