Li Merîwanê 4 çalakvanên Kurd hatin bibîranîn

Li bajarê Merîwanê û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê, merasima bîranîna 4 çalakvanên jîngehparêz ên Kurd hat lidarxistin, ku salek berî niha di dema vemirandina agirê li daristanan de canê xwe ji dest dabûn.

Li bajarê Merîwanê û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê, merasima bîranîna 4 çalakvanên jîngehparêz ên Kurd hat lidarxistin, ku salek berî niha di dema vemirandina agirê li daristanan de canê xwe ji dest dabûn.

 

Roja 25ê Tebaxa 2018an, li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê di dema vemirandina şewata daristanan de, 4 çalakvanên Kurd ên jîngehparêz ên bi navê Şerîf Bacwer, Omêd Kohnepoşî, Mihemed Pejûhî û Rehmet Hekîmîniya canê xwe ji dest dabûn.

 

Li Merîwanê bi sedan kes li ser gorên wan çalakvanên Kurd civiyan.

 

Herwiha li çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî, çalakvanên rêxistinên civaka sivîl û jîngehparêz bi çalakiyên cuda, ew her 4 çalakvanên Kurd bibîranîn.


 

Li bajarê Şinoyê yê ser bi parêzgeha Urmiyê jî merasimek ji bo bîranîna wan çalakvanan hat lidarxistin.


 

Rêveberê Komeleya Jînko li Şinoyê, Kerîm Elîzade derbarê lidarxistina merasimîn bîranînê yên ji bo 4 çalakvanên jîngehparêz ên Kurd de dibêje, lidarxistina wan çalakiyên bîranînê, nîşanderê wê yekê ye ku ew dê berdewam bin li ser rêbaza wan çalakvanan.

 

Kerîm Elîzade diyar kir, Şerîf Bacwer û hevalên wî di ber niştimanê xwe de canê xwe feda kirin û tekez kir, ew û hemû çalakvanên din ên Kurd ên jîngehparêz rijd in ku li ser rêbaza wan çalakvanan berdewam bin.

 

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, sala bihorî di daxuyaniyeke derbarê bûyerê de, hikûmeta Îranê weke berpirsyarê bûyerê  dabû nîşandan.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da