Li Mêrdînê operasyon û qedexe: 3 kesan canê xwe ji dest dan

.

Li navçeya Nisêbînê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê artêşa Tirkiyê operasyoneke nû ya leşkerî da destpêkirin û ji ber vê operasyonê li gundê Merbabê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihand ku di encama operasyonê de 3 kesên ku hewl dane ji Rojavayê Kurdistanê bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê li gundê Merbabê ser bi navçeya Nisêbînê artêşa wî welatî li dijî gerilayên PKKê operasyonek leşkerî da destpêkirin û bi armanca ewlekariya can û malê welatiyan ji îro Pêncşembê 28ê Temûza 2022ê demjimêr 05:00an heta biryareke din qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

Herwiha di daxuyaniyê de hişyarî bo welatan tê dayîn ku bi armanca ewlekariya xwe pabendî biryarê bin.

Ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyanî

Ji aliyê din ve Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî îdia kir ku di operasyona gundê Marbabê de 3 gerîlayên  PKKê ku xwestine ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin canê xwe ji dest dane.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin