Li Mêrdînê gundî û karmendên DEDAŞê bi hev ketin: 3 kes hatin desteserkirin

.

Li navçeya Şemrexê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera şêniyên gundekî û karmendên DEDAŞê de alozî derket, herî kêm 3 kes hatin desteserkirin.

Karmendên Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) xwestin ji ber deynê elektrîkê yên gundiyan li gundên Kufrek û Şemîkanê yên navçeya Şemrexê elektrîkê qut bikin. Şêniyên gund aciz bûn û bi karmendan re pev çûn.

Hêzên Cendirmeyan yên li cihê bûyerê amade bûn û bi çekan mudaxeleyî pevçûnê kirin û herî kêm 3 kes desteser kirin.

Herwiha ji ber saçmeyên çekên cendirmeyan agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle