Li Mêrdînê êrîş: 4 kesên ji Başûrê Kurdistanê hatin kuştin

.

Li bajarê Merdînê yê Bakurê Kurdistanê bi çekan êrîşî otomobîla welatiyên Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 3 kesan can dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, derengê şevê li ser rêya bajarokên Artukluyê û Nisêbînê yê bajarê Mêrdînê, li nêzikî devera Yenîkoyê êrîşeka çekdarî li dijî otomobîleke Duhokê hat kirin.

Hat ragihandin ku di encamê de 3 kesan can dane û 2 kes jî bi giranî birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneya Nisêbînê.

Zanyarî eşkere dikin, qurbaniyên êrîşê, ji malbateke Kurd a ji parêzgeha Duhokê ne û bi otomobîla xwe çûne Bakurê Kurdistanê.

Herwiha heta niha sedema êrîşê nayê zanîn û di derbarê mijarê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle