Li Mêrdînê elektrîka mizgefteke dîrokî ya 600 salî hat birrîn

.

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê elektirîka mizgefta dîrokî ya Dînarî Pamuk ji ber nedana fatureyan hatiye birrîn û xelk neçar mane di nava mizgefta tarî û sar de nimêj bikin.

Li gor agahiyan, li navçeya Artuklu ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ve beriya hefteyekê elektrîka mizgefta dîrokî ya Dînarî Pamuk hatiye birrîn.

Piştre hatiye zanîn ku elektrîk ji ber faturayên bi bihayê 50 hezar lîreyên Tirkî ku nehatine dayîn hatiye birrîn.

Xelkê herêmê ku ji neçarî di tarîtiyê de nimêja xwe dikin nerazîbûna xwe nîşan dane û serî li Kompanyaya Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dane lê bo wan bersivek nehatiye dayîn.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê elektrîka mizgeftan ji aliyê dewletê ve tê dayîn. Lê dewlet tenê heqê elektrîka ji bo ronahîkirinê dide, heqê elektrîka germkirin û sarkirina mizgeftan cemaeta wan mizgeftan bixwe didin. Lewra salane pere ji cemaetên mizgeftan tên komkirin û pêwîstiyên wan tên dabînkirin. Lê niha ji ber krîza aborî welatî nikarin alîkariyê bikin û bi sedan mizgeft di vê zivistanê de di tarîtiyê de mane.

Ev di demekê de ye li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî elektrîka bi dehan mizgeftan ji ber nedana fatureyan hatiye birrîn û xelk di nava mizgeftên sar de nimêjê dikin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt