Li Mêrdînê bûyera trafîkê: 6 mirî û 5 birîndar hene

.

 Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê minîbûsek wergeriya û di encam de li gor zanyariyên destpêkê 6 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan, îro Duşemê 2ê Çileya 2023an li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya navçeyên Midyadê û Mahsertê minibûsek wergeriyaye.

Di bûyerê de 6 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û cenderme çûne cihê bûyerê û 5 kesên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan, 3 kesên birîndar bo nexweşxaneya Midyadê û 2 kes jî bo nexweşxaneya Mêrdînê hatine şandin.

Parêzgarê Mêrdînê: Lêpirsîn hat destpêkirin

Parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demirtaş piştî bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, 6 kesên di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest dane karmendên dewletê bûne.

Mahmut Demirtaş herwiha da xuyakirin, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?