Li Mêrdînê 7 kes hatin desteserkirin

.

Li navçeya Nisêbînê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera welatiyan û karmendên DEDAŞê ku dixwestin jimêrekên elektrîkê derxînin ser stûnan de alozî derket û di encamê de 7 welatî hatin desteserkirin.

Li gor dîmenên ku di medya civakî de hatine belavkirin li navçeya Nisêbînê karmendên Kompanya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcle (DEDAŞ) xwestin jimêrekên elektrîkê ji malan derxînin û li ser stûnan girê bidin lê welatiyan rê neda karmendan û di navbera wan de alozî derket.

Di dîmenan de tê dîtin ku polîsan 7 welatiyên rê nedane karmendên DEDAŞê desteser kirine û nîştecihên taxê jî li beramber vê yekê nerazîbûn pêşan dane.

Herwiha li gor agahiyên hatine belavkirin alozî berdewam e.

Berî çend rojan li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê jî bi heman awayî di navbera welatiyan û karmendên DEDAŞê alozî derketibû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle