Li Mêrdîn û Colemêrgê 3 dever hatin kerentînekirin

Niştecihên gundê Alekan ê navçeya Gevera Colemêrgê, ji ber egera belavbûna vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) bixwe gundên xwe xistin kerentînê. Herwiha li navçeya Dêrik a Mêrdînê jî ji ber koronayê taxek û mezrayek hatin kerentînekirin.

Navenda Nûçeyan - Niştecihên gundê Alekanê ku 15 kîlometreyan dûrî navenda Geverê ye, ji bo xweparastina ji koronayê li ser tabelyekê nivîsandin “ji ber Covid-19 têketin û derketina ji gund qedexe ye” û ew tabele li têketina gund danîn.

Herwiha xelkê gund, rêyên gund girtin û otomobîlên ku diçin gund jî paşve vedigerînin û li ser rê, dor bi dor nobetê digrin.

Niştecihê gund Mehmet Selîm Han got: “Hinek kes ji bo avê, hatin û çûyînê dikin. Me jî weke bergirî bi borîyan av heta dervey gund kişand û dikarin ji wê derê ava xwe dagirin. Rast e, em nikarin bi temamî rê li ber vîrusê bigrin, lê em jî bergirîyên xwe dikin.”

Li Mêrdînê taxek û mezrayek hat kerentînekirin

Ji alîyê din ve li navçeya Dêrika Çîyayêmazî ya Mêrdinê jî ji ber koronayê weke tedbîr taxek û mezrayek hatin kerentînekirin.

Walîtîya Mêrdînê ragihand ku li taxa Kovalîyê û  mezraya ser bi vê taxê ve Tepecik ji bo xweparastina ji koronayê weke tedbîr heta biryareke duyemîn têketin û derketina wan hatîye sînordarkirin.

Siyaset Haberleri

Tirkiye: Deriyê Qamişlo-Nisêbînê li aliyê me ji bo vekirinê amade ye
Serok Barzanî: Em dê rê nedin ku Kurdistan bibe stargeha gendelkaran
Li Soranê dronek hat xistin
Koçberên ji Şehbayê yên li Qamişloyê bê stargeh mane
Li Silêmaniyê xalîçeya sor ji bo fîlma 'Mala Pîrê' hat raxistin