Li Meksîko qeza: 54 mirî, 105 birîndar

.

Li Meksîko di encama bûyereke trafîkê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û 105 kes jî birîndar bûn. Di wê barhilgira ku qeza kir de koçberên ji welatên Amerîkayê Naverast hebûn.

Roja Pêncşemê, li wîlayeta Chiapas a başûrê Meksîko, barhilgirekê xwe li pirekê da. Li gor zanyariyên hatine belavkirin di encama bûyerê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 jê jin, 105 kes jî birîndar bûn.

Wîlayeta Chiapas a ku dikeve başûrê Meksîko, xaleke sereke ye ji bo wan koçberên ku dixwazin derbasî Amerîkayê bibin. Lewma ew barhilgira ku qeza kir ji koçberên welatên Amerîkaya Naverast tijî bû.

Rêverê Parastina Sivîl li Chiapas Luis Manuel ragihand ku ew barhilgir ji koçberan tijî bû ku piraniya wan xelkê Guatemala bûn û diyar jî kir ku birîna 21 birîndaran jî giran e.

Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador jî derbarê bûyerê de peyamek belav kir û xemgîniya xwe derbirî û sersaxî arasteyî malbatên qurbaniyan kir.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle