Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL) bi navê “Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” komxebatek li dar xist. Komxebat li Swîsre bajarê Lozanê, li Château d'Ouchy pêk hat.
Di rûniştina yekem de nivîskar Evîn Çîçek, huqûqnas Şehmus Özdemir û huqûqnas Celal Baykara serdema Peymana Lozanê ji alîyên dîrokî û huqûqî ve nirxandin.
Di rûniştina duyem de akademîsyen Behrooz Şucaî, akademîsyen Sharo Garîp û nivîskar Diyax Polat li ser mafê çarenûsê, netewbûn û serweriyê nîqaş kirin.
Di rûniştina sêyem de serokê HAK PARê Düzgün Kaplan, serokê PSKyê Bayram Bozyel, serokê PWKyê Mustafa Özçelik, serokê PAKURDê Gewran Goyî û nûnerê PDKSyê Cemal Meraî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê peyivîn.
DEKLARASYONA KOMXEBATÊ
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar, deklarasyonek pêşkêş kir û komxebat bi dawî hat.
Zanyar, destnîşan kir ku wan xwestiye di demeke dîrokî de, li mekaneke dîrokî, helwesteke dîrokî nîşan bidin.
Di deklarasyona komxebatê de mafê çarenûsê wek mafekî gerdûnî hat pênasekirin. Bal hat kişandin ku peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) di maddeya yekê de vî mafî pesend dike û pêwîst e Kurd jî weke hemû neteweyên cîhanê biryar û qedera xwe bigrin destê xwe û çarenûsa xwe diyar bikin.
Di deklarasyonê de hat gotin ku doza Kurdistanê dozeke neteweyî ye. Ne doza demokrasî, mafên mirovî, paşvemayîna ekonomîk û entegrasyonê ye. Di ser van hemûyan re ye û hemûyan di xwe de dihewîne.
Necat Zanyar bal kişand ser ku ji sala 1694an heya roja me, herî kêm 300 sal in ku zana û pêşewayên Kurd, bi eşkereyî mafê serwerî û desthilatdarîya neteweya Kurd diparêzin.
PERGALA HEYÎ NAMEŞE
Bi deklarasyona komxebatê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê destnîşan dike ku pergala heyî ya Rojhilata Navîn û cîhanê diguhere. Li rojhilata ji bo Kurdan û pêkhateyên dînî yên weke Elewî, Durzî, Êzîdî, Sunnî û Şiîyan jî, krîza serwerîyê her berdewam e. Rizgarî û serwerîya Kurdan, dikare li Rojhilata Navîn krîza serweriyê çareser bike û balanseke nû pêk bîne. Herêma Federe ya Kurdistanê li Iraqê û xweserîya Rojavayê Kurdistanê li Suriyeyê, du mînakên giring in.
YEKBÛNA KURDAN AŞÎTÎYA CÎRANAN
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di encama komxebatê de dide zanîn ku berya her kesî pêwîstîya Kurdan û Kurdistana dabeşkirî bi yekbûn û pêkvejiyanê heye. Lewma komxebata me “yekbûna Kurdan, aşîtîya cîranan” weke prensîbekê dipejirine.
XELATKIRINA PIŞTGIRÊN ENSTÎTUYÊ
Piştî komxebatê beşdaran bi hev re xwarin xwar û ji bo piştgirên enstîtuyê plaket hatin dayîn.