Li Londonê 'Pirsgirêka Kurdan û guherînên li Rojhilata Navîn' hatin nîqaşkirin

.

Li Londonê di panela ku ji aliyê "Navenda ji bo Bipêşxistina Kurdî" ve hat organîzekirin de, rewşa jeopolîtîk a pirsgirêka Kurdan a li herêmê, mafên Kurdan û bandorên şerên li herêmê hatin nîqaşkirin.

Navenda ji bo Bipêşxistina Kurdî li Qesra Westminsterê ya li Londona paytexta Brîtanyayê, paneleke bi navê "Pirsgirêka Kurdan û Guherînên Dînamîk ên Jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn" li dar xist.

Di panelê de, ji Zanîngeha Middlesexê Doç. Dr. Janroj Yilmaz Keleş, Lêkolînera Zanîngeha Middlesexê Dr. Sinem Arslan, ji Zanîngeha Sussexê Dr. Kamran Matin û ji Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Jeffrey Thomas Miley wekî axêver beşdar bûn.

Di panelê de bandorên guherînên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn ên li ser Kurdan, "pêvajoya nû" ya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye, mafên Kurdan û girîngiya wan a ji aliyê têkiliyên navneteweyî ve hatin nirxandin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle