Li Londonê konferansa zimên: Kurdî ji bo mana miletê Kurd nola kelehekê ye

.

 Li Londonê bi slogana “Windanebûn, Parastin û Vejîna Berdewam” konferanseke taybet a zimanê dayîkê tê lidarxistin.

Konferans li bajarê Londonê yê Brîtanyayê îro tê lidarxistin û ji Kurdistan û Ewropayê gelek kesayetên akademîk beşdarî dibin.

Rêxistina Kangayê vê konferansê li dar dixe û dê gelek mijarên bi zimanê dayîkê re pêwendîdar bên nîqaşkirin.

Serokê Komîteya Rêxistina Kangayê Rewa Hejar bû mêvanê Diyasporayê û li ser konferansê agahî dan.

“Kurdî ji bo mana miletê Kurd nola kelehekê ye”

Rewa Hejar diyar ku rêxistina wan girîngiyê dide zimanê dayîkê û li pey çû:

“Rêxistina Kangayê ku rêxistineke qezencnexwaz e û guh dide zimanê dayîkê.

Kanga sala 2005an ji hêla Ednan Şasiwar ve hat damezirandin.

Em konferansê saz dikin û armanc dikin ku bi rêya konferansê giringî û qîmetê zimanê dayîkê xasma jî zimanê Kurdî nîşan bidin.

Zimanê Kurdî ku dikare bimîne û tevî hemû ferman û dagirkeriyên ku hatine serê wî jî ji bo mana miletê Kurd nola kelehekê ye.”

Rewa Hejar bi bîr anî ku konferans îro dest pê dike û dê du rojan berdewam dike.

“Em dikarin hişyariyeke çê bidin”

Rewa Hejar diyar kir ku pisporên zimanê Kurdî axaftvanên konferansê ne û herwisa hemû mêvan jî pisporên zimanê Kurdî ne û pê de çû:

“Em nikarin bibêjin ku em dê bi saya konferansê pirsgirêka zimanê Kurdî çareser bikin.

Li şûnê em dikarin hişyariyeke çê li ser çewtî û kil û kêmasiyên zimanê Kurdî bidin û ev bibe haveynek ji bo ku aliyên din jî bêhtir guh bidinê û problemên zimanê Kurdî çareser bikin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye