Li Licê agir bi daristanan ket: Hin mal hatin valakirin

.

Agirê ku bi daristanên bajarokê Licê yê Diyarbekirê ketiye ji duh ve berdewam e û ji bo vemirandina agir, tîmên agirkûjiyê ji bajar û bajarokên din gihîştin Licê.

Li bejahiya taxên Karahasan, Arîklî, Dîbek û Serînê yên navçeya Licê derdora demjimêr 19.15an şewat derket ku hîn şewatê nehatiye kontrolkirin.

Piştî ku şewat gihîşt Navenda Telefonên Lezgîn a 112an, tîmên agirkujiyê yên girêdayî Rêveberiya Karên Daristanê yên ji navçeyên derdorê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Ji ber şewatê heta niha 25 hektar qada daristanê ziyan dîtiye, 6 mal hatin valakirin, 2 welatiyên navsal di kêliyên dawî de li malên xwe ji şewatê rizgar bûn.

Piştgiriya gundiyan û hemû tîman karên ji bo vemirandina şewata ku bi bandora bayê didome, bi wesayîtên vemirandinê berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’