Li Libyayê 10 milîs hatine kuştin

Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî ya Libyayê (HMN) ya di qada navneteweyî da tê nasîn daxuyandîye ku di pevçûnên li Trablusê çêbûn da ji milîsên General Xelîfe Xefter 10 kes hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî ya Libyayê (HMN) ya di qada navneteweyî da tê nasîn daxuyandîye ku di pevçûnên li Trablusê çêbûn da ji milîsên General Xelîfe Xefter 10 kes hatine kuştin.

Berdevkê Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî Mihemed Kununu li Navenda Çapemenîyê ya Operasyona Burkan el-Gadabê daxuyandîye ku milîsên Xefterî bi piştgirîya 4 tankên Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban hatine pireya El Furusîyyeyê ya li ser rêya Balafirgeha Trablusê.

Kununuyî gotîye ku di navbera wan û hêzên hikûmetê da pevçûn derketîye, 10 milîs hatine kuştin, 12 wesayîtên eskerî jî hatine îmhakirin ku êdî nikarin bên xebitandin.

Xefter di 4ê nîsanê da ji bo ku Trablusê bi dest bixe fermana êrîşê dabû û gotibû di nav 48 saetan da ewê bi dest bixin. Li ser vê hêzên HMNyê Operasyona Burkan el-Gadabê dabûn destpêkirin.

Bianet

Afrîka Haberleri

Trump: Pêwendiyeke me ya pir baş bi Îranê re heye
Endamên YNKê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de li dijî biryara partiya xwe derketin
Wezareta Çandiniyê: Bexda bi wekhev li cotkarên Kurdistan û Iraqê nanêre
Parêzgarê Kerkûkê tê guhertin
Berdevkê Serokatiya Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser namîne