Li 'Kurdistana Biçûk' cejna Newrozê bû boneyeke fermî

.

Li bajarê Nashville yê eyaleta Tennessee ya Amerîkayê, ku piraniya Kurdên li Amerîkayê li wî bajarî ne û tê de zêdetirî 20 hezar Kurd dijîn, Newroz wek cejneke Kurdistanî ji aliyê Şaredariya Nashville ve di nav rojên fermî yên bajêr de hat pejirandin.

Li bajarê Nashville yê eyaleta Tennessee ya Amerîkayê, ku piraniya Kurdên li Amerîkayê li wî bajarî ne û tê de zêdetirî 20 hezar Kurd dijîn, roja Duşemê 20ê Adara 2023an, di merasîmeke fermî de Newroz wek cejneke Kurdistanî ji aliyê Şaredariya Nashville ve di nav rojên fermî yên bajêr de hat pejirandin.

Serokê Şaredariya Nashville John Cooper û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîmê de gotara xwe pêşkêş kirin, ku di merasîmê de nûnerên partiyên Kurdistanî û revenda Kurdistanî ya bajêr û derdorê, beşdar bûn.

Herwiha cara yekem li Nashville, Ala Kurdistanê bo dema rojekê li tenişta Ala Amerîkayê li ber Şaredariya Bajarê Nashville hat bilindkirin.

Êdî her sal roja Newrozê li Nashville ji bo Kurdistaniyan bêhnvedana fermî ye û dikarin neçin ser kar û erkê xwe eger ew bixwazin û daxwaz bikin.

Beriya niha jî Encûmena Şaredariya Washingtona paytexta Amerîkayê reşnivîseke pêşniyarkirî pesend kiribû ku tê de hatibû xwestin, cejna Newrozê wek bûyereke "kulturî û dîrokî" bi fermî were nasîn.

Li gor daxuyaniya Encûmena Şaredariya Washingtonê, êvara roja Sêşemê 1ê Adara 2022an, ew reşnivîs bi piraniya dengên encûmenê hatiye pesendkirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle