Li Konyayê agir bi xaniyekê ketiye: 7 mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî mirine

.

Ekîbên agirkujiyê cinaze ji bin kavilan derxistine û birine morga Nexweşxaneya Bajar a Konyayê.

Li  Kolana Sirriagaya Taxa Yedilera navçeya Karataya Konyayê di xaniyekî ku 2 malbatên Sûriyeyî ku yek jê mêvan bûye de şewat derketiye. Li ser agahdarkirina rewşê tîmên agirkujiyê û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatine kirin.

Piştî ekîbên agirkujiyê agir vemirandine xwegîhandine 7 cenazeyên ji heman malbatê. Her weha diyar bûye ku kesên mirine ji heman malbatê ne û mexdûrên erdhejê ne û ji navçeya Nûrdaga Mereşê hatine bajêr.

Her wiha 2 endamên malbatê yên di malê de wek kirêdar dijîn birîndar bûne û bi ambûlansê birine nexweşxaneyê.

Ekîbên agirkujiyê cinaze ji bin kavilan derxistine û birine morga Nexweşxaneya Bajar a Konyayê. Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle