Li Komeleya Nûbiharê wê heyama nû ya kûrsên kurdî dest pê bike

.

Kûrsên kurmancî, soranî û zazakî wê di asta 1, 2 û 3yê de û li ser bernameya Zoomê pêk bên. Ji bo zarokan jî wê kûrs bê dayîn. Her weha dersdarên jin wê kurseke taybet ji bo jinan vekin.

Li Komeleya Nûbiharê heyama payîzê ya kûrsên kurdî wê destpê bike.

Kûrs li gorî daxwazên xwendekaran, di asta 1, 2 û 3yan de û bi kurmancî, soranî û zazakî wê pêk bên. Kûrs êvaran û dawiya hefteyê jî bi roj wê bên dayîn. Kesên ku bixwazin qeyda xwe li kûrsan bikin, divê heta 21ê Çiriya Pêşiyê ya .2022an serî li komeleyê bidin. Kûrs dê li ser Zoomê bên dayîn.

Di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2022an de wê dest bi dersan bikin. Di vê heyamê de, ji bo zarokên ku herî kêm di pola 4an de dixwînin, kûrsa Kurmancî jî heye û kûrsa bi zaravayê Kurmancî ji aliyê mamosteyên jin ve, ji bo jinan bi bijartî wê bê dayîn.

Kûrs dê di 22ê Kanûna Pêşîyê ya 2022 de biqede û wê bi qasî du mehan berdewam bike. Di dawiya heyamê de ji kesên ku heq dikin wê Bawername (Sertîfîka) bê dayîn.

Di vê heyamê de berevajî kûrsên berê, du dersên axaftinê bi zaravayên kurmancî û zazakî wê vekirin. Serlêdan ji bo kûrsên rû bi rû li şaxên komeleyê tên kirin.

Komeleya Perwerde û Çandê ya Nûbiharê ku ji damezrandina xwe û vir ve nêzî 13 sal in li ser mijarên ziman û çanda kurdî karan dike û navenda wê li Amedê ye.

Ji bo serlêdanê û zanyariyên zêdetir, bitikîne

Kurdistan Haberleri

PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin