Li Kolana Îstîklalê teqîn pêk hatiye: 6 kes mirine, 53 kes jî birîndar in

.

Sedema teqînê hê nediyar e. RTUKê biryar daye ku weşan bên qedexekirin.

Li Kolana Îstîklalê ya Beyoglûya Stenbolê saet di navbera 16.20 deqîqeyan de teqîn pêk hatiye.

Teqîn li nêzîka Qada Taksîmê, li ber deriyê Kolana Îmam Adnanî bûye. Piştî bûyerê polîs, ekîbên tendûristiyê û agirkujiyê çûne cihê bûyerê.

Cihê bûyerê hê nediyar e, birîndar çûne Nexweşxaneya Alîkariya Destpêkê ya Taksîmê.

Polîsan li derdorê tedbîr standiye û Qada Taksîmê û Kolana Îstîklalê vala kirine.

Waliyî daxuyanî daye

Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkayayî daxuyaniya destpêkê saet di 16.55ê de daye. Yerlîkayayî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û derbarê sedema teqînê, hejmara mirî û birîndaran de daxuyanî nedaye.

Yerlîkayayî saet di 17.45ê de daxuyaniyeke din daye û diyar kiriye ku 4 kes mirine û 38 kes jî birîndar bûne.

Erdogan: 6 kes mirine, 53 kes jî birîndar

Beriya serdana Endonezyayê, Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî saet di 18.15 deqîqeyan de li balafirxaneyê daxuyaniyek daye û gotiye ku 4 jê li cihê bûyerê 2 jê li nexweşxaneyê, 6 kes mirine, 53 kes jî birîndar bûne.

Lêpirsîna bûyerê wê bê kirin

Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê teqînê de lêpirsînnameyek amade kiriye. 5 serdozgerê komarî ji bo lêpirsînê hatine wezîfedarkirin.

RTUKê biryara qedexeya weşanê daye

Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) biryar daye ku weşan bên qedexekirin. Serokê RTUKê Ebûbekîr Şahînî diyar kiriye ku “Derbarê biryara teqîna li Stenbolê de biryara qedexeya weşanê hatiye dayîn. Bila bala hemû saziyên me yên medyayê li ser be.”

Biryara qedexeyê ji bo hemû kanalên televizyonê hatine dayîn.

Biryareke qedexeyê jî ji bo medyaya civakî ye

Dadweriya Aştî û Cezayan a Stenbolê jî derbarê teqînê de biryareke qedexeyê wergirtiye û gotiye ku ev biryar ji bo hemû malperên dîtbarî û bihîzbarî û medyaya civakî ye. 

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû