Li Kobanî zarokê 4 salî di topbaranê de lingê xwe ji dest da

.

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê ya li li ser gundê Qeremaxê yê Kobaniyê zarokekî 4 salî lingê xwe ji dest da.

Di topabarana artêşa Tirkiyê ya li ser gundê Qeremaxê Kobaniyê de, zarokê bi navê Ebdo yê 4 salî lingê xwe ji dest da û di navbera roj û şevekî de, biçûktirîn mafê xwe weku zarok ji dest da.

Mistefa bavê Ebdo ye bi lez lawê xwe radike nexweşxaneyê, firmêsk û hêstirên çavan, êşa hinavên wî der tîne.

Bavê zarokê birîndar Mistefa Henîfî got “Em li mala xwe rûniştîbûn, dengê mûşekê hat, min ji kurê xwe re got here hundir ez ê binerim çi çêbûye, hema du gavan ez meşiyam, dengê bi dehan topan hat ez vegeriyam wiha li lawê min hatibû û derb lê ketibû.”

Ebdo ji ber rewşa wî ya ne cîgir, di beşê çavdêriya giran a Nexweşxaneyê Kobanê de tê dermankirin. Bijîşkê ku serperştiya neştergiriyê kiriye tekez dike ku Ebdo ji qonaxa metirsîdar derbas bûye û dê di heyama çend rojan ji nexweşxaneyê derbiçe.

Şarezayên nexweşiyên hundirîn û hestî Dr.Ehmed El Mele got “Damarên wî hemî têkçûbûn, lingê wî li ser çermekî mabû, cûreya xwîna wî A+ bû, lê me cûreya xwînê O- dayê piçekî baş bû û me ling jêre jêkir ji bo parastina jiyana wî. Di nava 3 - 4 mehên bê de dikare lingeke çêkirî siwar ke, lê wê hindekî bikule.”

Şemiyê 08/01/2022 artêşa Tirkiyê gundewar û nava bajarê Kobanî topbaran kir û di encama topbaranê de kesekî canê xwe ji dest da,12 kesên din jî birîndar bûn.

Ji îlona sala 2021an ve  Tirkiyê liv û bizava xwe li eniyên şer yên Kobanî û Til Temirê pirtir kiriye. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî her gav radigihîne ku ew bê bersiv namînin û berevaniyê di ber deverê xwe de bikin.

Rudaw

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî