Li Kobanî ofîsên PDK-S, ENKS û PYKSê hatin şewitandin

.

Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê êrîş bi ser ofîsên Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S), Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatin kirin.

Li bajarê Kobanî ofîsên Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriye (PDK-S), Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriye (PYKS) hatin şewitandin.

Îro danê êvarê 20ê Nîsana 2022yan li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê êrîş bi ser ofîsên Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S), Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriye (PYKS) de hatin kirin û ofîsên wan hatin şewitandin.

Duh 19ê Nîsana 2022yan jî ENKSê ragihand, li bajarê Hesekê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) rastî êrîşê hatiye û ofîs bi temamî hatiye şewitandin.

Jêderekî jî ji bajarê Hesekê ji K24ê re ragihandibû "çekdarên PYDê beriya ku molotofan biavêjin ofîsê, endamên PDK-Sê yên li nava ofîsê bi darê zorê derxistin derve û ofîs bi temamî şewitandin".

Herwiha şeva 18ê Nîsana 2022yan malpera ENKSê ragihand, "Ciwanên Şoreger ên bi ser PYDê ve, deriyê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) ya li bajarokê Dirbêsiyê şikandin û molotof avêtin ofîsê û agir pêxistin û hin alavên ofîsê hatin şewitandin".

Serkirdên ENKSê ragihandin ku "HSD di van kiryarên xerab de berpirsyar in, ji ber ku ew ta niha bi erkê xwe yê rasteqîne li hember van binpêkirinên di derheqê endam û alîgirên ENKSê de yên ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve tên kirin, ranebûne".

K24

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN