Li Kobanê malek ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat bordûmankirin – Kuştî û birîndar hene

.

Firokeyeka bêfirokevan ya Tirkiyê li nav bajarê Kobanê li malekê da.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û çendîn kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên nêzîkî rêveberiya Rojava dibêjin, ewên bûne qurbanî sivîl in lê hîn bi temamî nayê zanîn kî di wê malê de bûye.

Rêveberiya xwecihî ya Herêma Firatê li Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa doh 25ê Kanûnê ya bi dronên Tirkiyê li ser bajarê Kobanê de, daxuyaniyek belav kir.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û got, “Rûsya û Hevpeymaniya Navdewletî berpirsên êrîşê ne.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin: “Ev êrîş di çarçoveya rêze-êrîşên terorî yên dewleta Tirk û çekdarên wê yên li ser Herêmê pêk hatiye.”

Di encama êrîşa doh ya bi ser maleke li bajarê Kobanê de, 2 kesan can dabû û 7 jî birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin