Li Kermanê hêzên Îstîxbaratê jina bi navê Behnaz Mahjûbî girtin û birin ciyekî nediyar

.

Rayedarên asayîşa bajarê Kermanê keça bi navê Behnaz Mahjûbî girtin û wê birin ciyekî nediyar. Berê jî birayê wê yê bi navê Behnam Mahjûbî di zîndanê de miribû.

Hêzên asayîşê yên sîvîl diçin ciyê karê Behnaz Mahjûbî, ew ji ciyê kar digrin û dibin ciyekî nediyar. Diya wê Betul Huseyni di vîdeoyekî de ku ji aliyê grûba bergiriyê ya bi navê Dadban de hat weşandin, dibêje ku ew nizane keça wê birine ku derê, sedema birine çiye û ji bûyerê îstîxbarata Kermanê û daraza Kermanê berpirs digre.

Diya wê hem gotiye ku dilê keça wê nexweşe û eger zerarekî bigihê, wezareta îstîxbaratê, rêxistina îstîxbaratê IRGC û daraza Kermanê jê berpirse.

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye