Li Kerkûkê rêveberekî DAIŞê hat girtin

.

Berdevkê fermandariya hêzên çekdarên Iraqê aşkera kir hêzên wan rêveberekî DAIŞê li Kerkûkê girtin.

Berdevkê fermandariya hêzên çekdarên Iraqê Lîwa Yehya Resûl di beyanameyekî de ragehand: ‘’Saziya Dijeteror a Iraqê di çalakiyekî de karî rêveberekî terorîstên DAIŞê yê bi navê Ebu Hemze El-mitwêtî bigre ku bi navê berpirsê parêzgeha Kerkûkê yê DAIŞê kar kiriye û berpirsyartiya çekdarên DAIŞê li Nînowa jî ji çekdarên DAIŞê re kiriye.’’

Li Kerkûkê ji ber lewaziya hêzên Iraqî, gelek kesên ku biryara wan a girtinê heye hatine wî bajarî û pir kêm caran ji aliyê hêzên Iraqê ve tên girtin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle