Li Kerkûkê qedexeya çûnûhatinê hat ragihand

.

 Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, polîsan piştî destpêkirina xwepêşandana Kurdan, qedexeya çûnûhatina nav bajêr ragihand.

Kurd li parêzgeha Kerkûkê, li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanekê li dar dixin.

Xwepêşander diyar dikin ku heta çekdarên Heşdî Şeibî û alîgirên wê rê venekin, ew dê li ser xwepêşandanan berdewam bin.

Çend hamerên hêzên artêşa Îraqê çûne cihê xwepêşandanê.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku leşkerên artêşa Îraqê berê çekên xwe dane aliyê xwepêşanderan.

Çend xwepêşanderên Kurd bi guleyên hêzên artêşa Iraqê birîndar bûn.

Birîndaran ji bo çareserkirinê birin nexweşxaneyê.

Ji aliyê din ve polîsê Kerkûkê jî qedexeya çûnûhatina nav bajêr ragihand.

Rudaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle