Li Kerkûkê ji ber barîna baraneke xurt dayik û kurekî canê xwe ji dest dan

.

Li gundekî Kerkûkê di encama barîna baraneke xurt û hilweşîna malekê de, dayikek û kurekî canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Polîsa Kerkûkê Amir Şiwanî îro 9ê Adara 2023an ji K24ê re ragihand, li gundê Baciwanê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, ji ber barîna baraneke xurt xaniyekî ji heriyê hilweşiya û di encamê de dayik û kurekî wê canê xwe ji dest dan.

Amir Şiwanî da zanîn jî, ji ber barana zêde li gundê Baciwanê lehî rabûye û metirsiya hilweşandina çend xaniyên din jî heye.

Ji duhî êvarê ve baraneke xurt li çend navçeyên Kurdistanê dibare. Bi armanca parastina canê xwendekar, mamoste û karmendan jî, îro li hin navçeyên li dibistanan betlane hate ragihand.

Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand, ji bo selametiya xwendekar, mamoste û karmendan, îro Pêncşemê 9.3.2023 li hemû navendên perwerdeyê yên giştî û taybet dê betlaneya fermî be.

Ji aliyê xwe ve jî Rêveberiya Giştî ya Helebce û Germiyan îro li hemû dibistanan betlaneya fermî ragihandin.

Li gorî pêşbîniya keşûhewayê, pêla baranê ku Herêma Kurdistanê girtiye, dê îro bandora wê li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê hebe.

K24

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt