Li Kerkûkê hêzeke Iraqê bi ser gundê Kurdan de girt: 4 cotkar hatin girtin

.

Hate ragihandin ku îro 24ê Hezîranê careke din hêzeke Iraqê êrîş biriye ser cotkarên Kurd li Kerkûkê.

Li gorî zanyariyan, ji ber pirsgirêka du roj berî niha di navbera cotkarên kurd û nûnerê dadgehê û erebên hawirde yên gundê Tepesewz ê sînorê parêzgeha Kerkûkê, de alozî derket.

Hate zanîn ku doh gilî li ser zêdetirî 25 cotkarên kurd hatiye kirin û îro jî hêzeke leşkerî avêtiye ser gundê Tepesewz û 4 cotkarên kurd hatin girtin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî erebên hawirde gelek caran êrîş biribûn ser cotkarên Kurd û nedihîştin çandiniyê di nav erdên xwe de bikin. Piştî biryara parlamentoya Iraqê demeke aramî hebû, lê dîsa erebên hawirde û hêzên Iraqê li dijî cotkarên Kurd ketin tevgerê.

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye