Li Kerboranê jî nivîsên Kurdî yên li ser rê hatin jêbirin

.

Piştî Amed û Wanê li navçeya Kerboranê ya i parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê jî hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin.

Şaredariyên di rêveberiya DEM Partiyê de li navçe û parêzgehên Bakurê Kurdistanê li ser rêyên di îdareya şaredariyan de li gel hişyariyên trafîkê yên bi zimanê Tirkî yên bi zimanê Kurdî jî hişyariya “Pêşî Peya” nivîsîbûn.

Lê di van demên dawiyê de ew hişyariyên bi Kurdî yek bi yek tên jêbirin.

Herî dawî îro li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî hişyariya “Pêşî Peya” ya bi zimanê Kurdî bi hevahengiya polîsan ji aliyê Rêveberiya Deverê ya Rêyên Bejahî hatin jêbirin û cihê wan hatin boyaxkirin.

Jêbirina nivîsan bû sedema nerazîbûna xelkê navçeyê û berpirsên DEM Partiyê.

Serokê Şaxa DEM Partiyê yê navçeya Kerboranê Abdurrahman Aslan nerazîbûn li hemberî helwesta li dijî zimanê Kurdî  nîşan da û got:

“Zîhniyeta AKP û MHPyê îro li Kerboranê tehemulî du gotinên Kurdî nake.

Hewl dide serê wan boyax bike û jê bibe. Em li gel zihniyeteke wiha ku tehemila wê bo du gotinên Kurdî nîne ne bira ne.

Dibêjin Kurd û Tirk bira ne. Ma ev e biratî ye?”

Pêr jî hişyariyên “Pêşî Peya” û "Hedî" yên li Kolana Elazig  a bajarê Amedê yên  li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibûn jêbirin.

Herwiha hefteya borî li parêzgeha Wanê jî heman tişt hatibû kirin û li şûna wan hişyariyan gotinên nijadperestî yên bi Tirkî hatibûn nivîsandin.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin