Li Keleha Korsotê ya Wanê perestgeha Keyê Urartûyan hat dîtin

.

Xebatên kolandinê li Keleha Korsotê ya dîrokî li gundê Korsotê yê navçeya Bêgiriyê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê berdewam in. Kolandinên li Kela Korsotê ya Urartûyan berdewam in. Di kolandinên nû de duyemîn perestgeha ku ji aliyê Keyê Urartûyan Minûa ve hatiye çêkirin û gorek hat dîtin.

Akademîsyenê Beşa Arkeolojiyê yê Zankoya Yuzuncu Yilê ya Wanê Sabahattin Erdogan got, “Di kolandinên sala 2022an de me Perestgeha Sûsî ya ku ji aliyê Key (Şah) Minûa ve hatiye çêkirin dît û derxist ser rûyê erdê û goreke girîng dît.”

Ji ber keşûhewaya sar û berfa zêde kolandinên li keleha dîrokî heta mehên biharê hatin rawestandin.

Akademîsyenê Beşa Arkeolojiyê yê Zankoya Yuzuncu Yilê ya Wanê Sabahattin Erdogan anî ziman, “Di vê qadê de gelek seramîkên dema Urartûyan û bi heman awayî seramîkên dema Çaxa Navîn hatin dîtin. Ji bilî perestgehê nekropola kelehê derket ku gelek gor hatin dîtin, taybetiya wan gorên bi nexşên kevir in.”

Keleha Korsotê yekem car di sala 1956an de ji aliyê lêkolînerê Brîtanî Charles Burney ji bo cîhana zanistê hat eşkerekirin û Muzexaneya Wanê di sala 2016an de li keleha dîrokî dest bi yekem kolandinan kir.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin