Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin

.

 Li Kela Zerzewanê ya ku dikeve navbera navça Çinar û bajarê Mêrdînê û xwediyê 3 hezar sal dîrokêye, bo xwendevan di bin stêrkan de guhdariya piyanoyê bikin, ahengekî li dar xistin û xwendevan di şevê de çavdêriya semayê ya stêran kirin.

Zarok tevî ahenga ‘Di bin stêran de zanist û huner’ bûn û di ciyekî dîrokî de tecrubên hunerî û ceribandinên zanistî jiyan. Zarok bi teleskopê li semayê nihêrtin û li stêran temaşe kirin.

Ahenga navborî bi serpereştiya mamosta muzîkê ya Navenda Huner û Zanistê ya Yenişehirê Dilan Atabay Geçkin û mamsotê zanista fenê yê Navenda Hunerê û Zanistê ya Farqînê (Silvan) Azad Kırtay de hat kirin.

Xwendevanên navenda Yenişehirê li piyanoyê guhdarî kirin û bi teleskopê li semayê temaşe kirin. Malbatên zarokan jî bi zarokên xwe re çûbûn kela Zerzewanê.

Mamosta muzîkê Dilan Atabay Geçkin behsa li ciyên dîrokî de çawa huner û stêrkan digihînin hev kir. Geçkin got:

“Mekanên weha bo zarokan dikekî bêhempaye. Heya mirov di mekanekî sergirtî de ahengan bike, mirov li mekanekî weha dîrokî derê ser dikê, baweriya mirov zêdetir dike. Xwendevan gelek razî ne û em dibînin. Armanca ahengê, em welî û xwendevanan di bin stêrkan de bi zanist û hunerê re rû bi rû bikin.”

Kurdîstan Haberleri

PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin