Li Kazaxistanê balafira 100 kesî ket

Li Kazaxistanê balafireke rêwingan ket û di encamê de herî kêm 19 kesan canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Bûyer li bajarê Almaty yê Kazaxistanê û tenê çend xûlekan piştî hewldana rabûna balafirê ji banda balafirxaneyê rû da.

Berpirsên Kazaxistanê ragihandîye, piştî hewldana rabûna ji banda balafirxaneyê, pîlot kontrola balafirê ji dest daye û balafir bi ser avahîyeke du qat de ketîye.

Komîteya Rewşên Bilez a Kazaxistanê di daxuyanîyekê de ragihandîye, balafirê 100 kes li xwe girtibû ku 95 kes ji wan rêwing û 5 kes jî ji kadroyan pêkdihat.

Li gor agahîyan, balafir ji Almaty ber bi paytexta welat bajarê Nûr Sultan (Astana) ve diçû, ku bûyera ketinê rû daye.

Medyaya xwecihî ya Kazaxistanê ragihandîye, ku di dema rabûna balafirê de rewşa hewayê baş nebûye û mijeke xurt li herêmê hebûye, lewma jî balafira ser bi kompanîya Bek Air ketîye.

Piştî bûyerê tîmên agirvemirandinê li gel tîmên rizgarkirinê li cihê ketina balafirê berdewamin li ser xebatên xwe.

Asya Haberleri

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan
UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn
Li Pakistanê di nav mizgeftekê de teqîn: Herîm kêm 17 kuştî û 90 birîndar hene