Li Kanî Masiyê mayîn teqiya û bîsîkletvanê Danîmarkayî jiyana xwe ji dest da

.

Li nahiya Kanî Masê ya ser bi Amêdiyê ve bombek bi siwarekî bisikletê yê Danîmarkî ve teqiya û di encamê de canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê Rûdawê yê Duhokê Eyup Nesrî ragihand ku li îro 5ê Gulana 2022yan saet derdor 13.00ê li nêzîkî gundê Baruxê du siwarên biskiletê rêya xwe ya çûna Amêdiyê winda kirin û bombek li ber yek ji wan teqiya û yên din jî saet derdora 16.00 pêşmerge ji rewşê agahdar kiriye.

Rêveberiya Nexweşxaneya Kanî Masê bo Rûdawê da zanîn du welatiyên Danîmarkî bi rêya deriyê Sînorî yê Serzêr ê di navbera Bakurê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê de derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibûn.

Rêveberê Îdareya Nexweşxaneya Kanî Masê Ehmed Ednî piştrast kir ew du welatiyên Danîmarkî çûbûn ser rêyeke ku çend sal in çûn û hatin li ser nîne û bombeyek li devera Gundê Barûxê li ber yek ji wan teqiyaye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin