Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene

.

Li bajarê Vancouverê yê Kanadayê kesek bi otomobîlê ket nava qerebalixiya festîvalekê, gelek mirî û birîndar hene.

Polîsên Kanadayê bûyera li bajarê Vancouverê ragihand.

Birêvebiriya Polîsan a Vancouverê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Îşev piştî saet 20:00an nêzîkî East 41st Avenue û Cadeya Fraserê, kesek ket nava festîvaleke kolanê û di encamê de gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Şofêr hat desteserkirin. Em dê agahiyên zêdetir bidin.”

Polîsan hejmara mirî û birîndaran eşker nekir.

Deana Lancasterê Berdevkê Nexweşxaneya Giştî ya Vancouverê ragihand ku nexweşxaneyê gelek kes ji bûyera çalakiya Roja Lapu-Lapuyê ya Fîlîpîniyan qebûl kirine.

Şaredarê Vancouverê Ken Sim jî bi daxuyaniyekê anî ziman:

“Ez ji ber bûyera hovane ya li çalakiya Roja Lapu-Lapuyê rû daye şok bûm û gelekî xemgîn im."

Ken Sim diyar kir ku li ser bûyerê dê agahiyên zêdetir werin dayîn.

Polîsan jî da zanîn ku lêpirsîn berdewam bike û ew dê agahiyên zêdetir parve bikin.

Amerîka Haberleri

PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin
Amerîkayê alîkariya ji bo Hêza Pêşmergeyan birî
Washingtonê zexta li ser Bexdayê tundtir kir: 'Milîsan belav bikin!'
Trump piştî hewla kuştinê: Ew êriş li Destûra Amerîkayê bû